Nihat Kavşut
16 Mijdar 2017•Rojanekirin: 20 Mijdar 2017
MUŞ
Li Mûşê gûzên ku hatin komkirin li ser dezgehan tên firotin.
Li Mûşê kîloya gûzên îsal hatin komkirin bi 12 lîreyî tê firotin.
Abdurrahman Bozkurtê gûzan difiroşe daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir bi hatina zivistanê ra firotina gûzan zêde dibe.
Bozkurt diyar kir bi firotina gûzan debara xwe dike û wiha got: "Em gûzên ku li gund çêdibin kom dikin û li Mûşê difiroşin."