Muhammet Emin Horuz
17 Nîsan 2023•Rojanekirin: 18 Nîsan 2023
Çaviya bankeyan a Navenda Fînansê ya Stebolê wê îro bi merasima ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî beşdar dibe va seba xizmetê vebe.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Fînansê ya Stenbolê hat dayîn, Navenda Fînansê ya Stenbolê ku di carekê da hatiye çêkirin û li dinyayê derfetên herî mezin û herî pêşketî yên binesaziyê tê da hene, wê sêwirandinên xwe yên mîmarî û techîzatên xwe yên payebilind bibe rûgeşiya Stenbol û Tirkiyeyê.
Ofîsên Navenda Fînansê ya Stenbolê bi teknolojiya dawîn hatiye çêkirin, derfetên li navendê û saziyên wê yên terikî yên fînansê wê li dinyayê têkeve nava navendên navdar ên fînansê. Navend wê îro bi beşdariya Serokomar Erdogan vebe.
Di Navenda Fînansê ya Stenbolê da 1,3 milyon mêtreqare qadên ofîsan hene, navenda wê ya dan û stahndinê 100 hezar mêtreqare ye, navenda kongreyê 2 hezar û 100 kesan hildide, otelên wê 5 stêrk in û bi modela xwe ya bajarê biaqil va navend wê mazûvaniya gelek mêhvanên nav welêt û derveyî welêt bike.
Di projeyê da bi vekirina çaviya bankeyan va tê payîn ku ji nav welêt û derveyî welêt banke û saziyên fînansê jî li Navenda Fînansê ya Stenbolê cihê xwe bigirin.
Di çaviya bankeyan a projeya terikî ya fînansê da şaxên Vakifbank, Benkeya Ziraetê û Bankeya Gel wê fealiyetê bikin.