Önder Beyter
27 Gulan 2019•Rojanekirin: 28 Gulan 2019
Serokê Ofîsa Fînansê ya Serokomariyê Prof. Dr. Goksel Aşan ragihand ku hedefa wan ew e ku Navenda Fînansê ya Stenbolê di serê 2022yan da vekin.
Serokê Ofîsa Fînansê ya Serokomariyê Prof. Dr. Goksel Aşan bû mêvanê Maseya Fînansê ya Ajansa Anadoluyê (AA).
Aşan got ku ew dixwazin Stenbolê bikin huba fînansî û herwiha hedefa wan jî ew e ku Navenda Fînansê ya Stenbolê di serê 2022yan da vekin û wiha got, "Ji bo Navenda Fînansê ya Stenbolê ji Rojhilata Navîn û Londonê telebeke cidî heye."
Herwiha Aşan bal kişand ku fintech dê bibin lingê duyemîn ê Navenda Fînansê ya Stenbolê û wiha pê da çû:
"Em dixwazin beşeke pir mezin a ÎFMê bi fintechan tijî bikin. Em ê înşelah teknoparkeke pir mezin a fînansê ava bikin, hundirê wê em ê heya mimkun be bi startupan tijî bikin."