Fatih Gazioğlu
19 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2018
ANKARA
Par li Tirkiyeyê milyonek û 409 hezar û 314 xanî hatin firotin û rêje li gor pêrar ji sedî 5,1 zêde bû.
Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (SÎT) rêjeya îstatîstikên meha kanûna sala 2017an eşkere kir. Li gor daneyan li seranserê welêt sala par milyonek û 409 hezar û 314 xanî hatin firotin.

Firotina xaniyan di sala 2017an (par) da li gor pêrar (2016) ji sedî 5,1 zêde bû.
Di nav hemû bajarên Tirkiyeyê da herî zêde avahî li Stenbolê (238 hezar û 383 xanî) hatin firotin. Piştî Stenbolê Enqere (150 hezar 561 xanî) di rêza duyemîn da û Îzmirê (84 hezar 184 xanî) jî di rêza sêyemîn da cih girt.