09 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2015
Tê destnîşankirin ku aboriya Rûsyayê wê ji ber operasyonên leşkerî yên li Sûriyeyê ber bi xirabiyê va here.
Pisporan operasyonên hewayî yên Rûsyayê ku li Sûriyeyê dike ji nûçegihanê AAyê ra nirxandin.
Pisporê Navenda Avrasyayê ya Konseya Atlantîkê Anders Aslund destnîşan kir ku ji ber helwesta Rûsyayê ya li Sûriyeyê wê sepandinên dewletên Rojavayê û DYAyê li dijî Rûsyayê dewam bikin û wiha got: "Şerê li Sûriyeyê wê maliyeteke mezin ji Rûsyayê ra derxe. Îsal dibe ku aboriya Rûsyayê ji sedî 4 biçûk bibe. Ji ber sepandin û kêmbûna di bihayên neftê da wê aboriya Rûsyayê bikeve tengasiyê."
- Berjewendiyên aboriyê yên Rûsyayê di talûkeyê da ne
Anthony Skinner diyar kir ku ji ber rewşa aborî ya Rûsyayê Serokê Dewletê Vladimir Putin di tengasiyê da ye û wiha got: "Ji ber vê jî wê Rûsya li Sûriyeyê di berfirehkirina xebatên xwe yên leşkerî da tengasiyê bikişîne."
Rêvebirê rêxistina Maplecroftê ku navneda wê li Îngilistanê ye Anthony Skinner diyar kir ku ji ber rewşa aborî ya Rûsyayê Serokê Dewletê Vladimir Putin di tengasiyê da ye û wiha got: "Ji ber vê jî wê Rûsya li Sûriyeyê di berfirehkirina xebatên xwe yên leşkerî da tengasiyê bikişîne."
- Kêmbûna bihayên neftê zirar da aboriya Rûsyayê
Ji ber protestoyên ku di dawiya 2013an da li Komara Xweser a Qirima girêdayî Ukraynayê derket û piştî ku Rûsyayê Qirim dagir kir dewletên Rojavayê di adara 2014an da li dijî Rûsyayê helwest nîşandan.
Ji ber ku Rûsyayê xebatên xwe yên leşkerî yên li Ukraynayê nesekinand dewleyên Yekîtiya Ewropayê û DYAyê di heman salê meha hezîranê da li dijî aboriya Rûsyayê pakêteke din a sepandinê emilandin.
Ji ber vê şirketên Rûsyayê nekarîn ji saziyên Rojavayê krediyê hildin û têkilîyên ticarî sekinînin.
Rûsyayê jî li ser vê ji bo salekê ji DYA, Yekîtiya Ewropayê, Kanada, Norwêc û Awisturyayê goşt, masî, şîr û zewze û fêkî nekirî.
Ji ber sepandin û bihayên neftê di nîvê îsal da aboriya dewletê ji sedî 3 kêm bû.