İbrahim Atmaca
20 Hezîran 2019•Rojanekirin: 21 Hezîran 2019
Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan ji aliyê Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokwezîr Adil Ebdulmehdî va hat qebûlkirin.
Pekcan ji bo beşdarî Foruma Kar a Tirkiye û Iraqê bibe û hin ziyaretan bike li Bexdayê ye. Pekcanê bi Serokomar Berhem Salih û Serokwezîr Adil Ebdulmehdî ra hevdîtin kir.
Balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê Fatîh Yildiz, parlamenterên endamên Koma Dostaniyê ya Navbera Parlamentoyan a Tirkiye û Iraqê û Serokê Meclisa Îxracatvanên Tirkiyeyê Îsmaîl Gulle hevaltiya Wezîr Pekcanê kir.
Hevdîtin bêyî çapemeniyê hatin kirin û hat gotin ku di çarçoveya hedefa bazirganiyê ya 20 milyar dolarî ku serokomarên herdu welatan anî rojevê da li ser zêdekirina têkiliyên bazirganî û veberhênanan sekinîn.