Türkan Tosun
24 Hezîran 2019•Rojanekirin: 25 Hezîran 2019
Warîlê nefta brent li piyaseyên navneteweyî bi 65,60 dolarî tê firotan.
Warîlê nefta brent roja înê nava rojê derket 65,78 dolarî û dû ra bi 65,31 va roj temam kir. Warîlê nefta brent îro serê sibê jî ji saet 09.33an pê va ji sedî 0,44 zêde û bû 65,60 dolarî. Di heman demê da warîlê nefta xav a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 57,90 dolarî hat firotin.
Rageşiya di navbera Amerîka û Îranê bihayê neftê zêde dike. Duh Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo daxuyandibû ewê li hemberî Îranê gaveke koalîsyonê ya navneteweyî bavêjin.
Ji bilî vê Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Çînê Şî Cînpîng vê heftê wê li Japonyayê bên bal hevdu. Bendêbûna muzakere wê car din dest pê bikin jî bihayê neftê zêde dike.