23 Sibat 2017•Rojanekirin: 25 Sibat 2017
DIYARBAKIR
Bernameya Navendên Cazîbeyê ji bo veberdêran firsendeke mezin e. Serlêdanên bernameyê di 27ê sibatê da diqede.
"Bernameya Navendên Cazîbeyê ya Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilata Anadoluyê û Hemleya Veberhênan û Piştgiriyê" ji aliyê Serokwezîr Bînalî Yildirim va hat eşkerekirin û ji bo pêşketina 23 bajaran hat amadekirin. Bername wê li bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê îstixdamê zêde bike û koçê kêm bike.
Budçeya bernameyê bi tevahî 62 milyar lire ye. Di çarçoveya bernameyê da di 2017an da 11 milyar lire ji bo qamûyê veberhênan tê veqetandin.
Bername ji bo veberdêran firsendeke mezin e û yên ku dixwazin ji bernameyê mifadar bibin, bi rêya ajansên pêşketinê yên li herêmê, daxwazên xwe ji Bankeya Pêşketinê ra dibêjin. Serlêdanên ji bo bernameyê di 27ê sibatê da xelas dibe.
- Ji 400î zêdetir veberdêran agahî hilda
Ajansa Pêşketinê ya Karacadagê ji bo ku li Diyarbekirê danasîna bernameyê bike, dixebite. Veberdêrên Diyarbekirê eleqeyeke mezin nîşanî bernameyê didin. Ajans ji bo ku danasînê bike li bajarên cuda cuda çalakiyan li dar dixe. Heta niha li Diyarbekirê ji 400î zêdetir vêberdêran ji bo ku agahiyê hildin, serlêdan kir.
Sekreterê Giştî yê Ajansa Pêşketinê ya Karacadagê Hasan Maral ji nûçegihanê AAyê ra got ku Serokwezîr Bînalî Yildirim di 4ê îlonê da behsa bernameyê kiriye û paşê jî amadekirina mewzûatê hatiye çêkirin.
Maral diyar kir, ji roja ku behsa bernameyê hatiye kirin û heta niha, veberdêr eleqeyeke mezin nîşanî wan didin û diyar kir ku di meha sermawez û berfanbarê da pêşdaxwaz hatin hildan û ew li Diyarbekirê jî rastî vê eleqeyê hatin.
Maral diyar kir ku ji 24ê rêbendanê pê va serîlêdana wan hat wergirtin, ew wekî ajans ji Diyarbekir û Şanliurfayê berpirsiyar in û herwiha ji herdu bajêran jî talebeke zêde heye.
Maral herwiha destnîşan kir ku ji 24ê rêbendanê vir va veberhêner tên seredana ajansê û der barê bernameyê da agahiyê distînin û wiha dewam kir, "Serîlêdan li Bankeya Pêşketinê tên kirin. Em texmîn dikin, di hefteya dawîn da serîlêdan dê zêdetir bin."
- "Veberhêner divê ji bernameyê sûdê werbigirin"
Maral got ku kesên niyeta wan a avakirina fabrîqeyeke nû heye an jî yên ku dixwazin kapasîteya xwe mezintir bikin, divê ji vê bernameyê sûdê werbigirin û herwiha Maralê bal kişand ku derfeta faîza bêqredî avantajeke pir baş e.
- Rêjeya bêkariyê dê berjêr be
Maral ji bo şikandina rêjeya bêkariyê qala girîngiya bernameyê kir û axaftina xwe wiha domand:
"Li Tirkiye pêngava herî girîng a berfirehkirina îstixdamê, îmalat e û aktîfkirina şaxên girêdayî îmalatê ne. Ji ber hindê em pêşbînî dikin ku digel van veberhênanan îstixdamê pir zêde be. Pêdiviya herêmê bi vê yekê heye."
- Bername wê qedera herêmê biguherîne
Maral got ku di sanayiya îmalatê de beşdarbûna Banqeya Pêşketinê ji bo zêdebûna îxracatê pengaveke gelekî girîng e. Maral got ku bi vê bêkarî jî wê kêm be.
Sekreterê Giştî Maral daxuyand ku xebatên nasandina herêmê ji bo hatina veberhêran bû wesîle. Maral got ku bi vê bernameyê gelek fîrma û sektorên nû wê li herêmê bên avakirin û wiha axivî:
"Ev pakêt di dîroka Komarê de heta niha pakêta herî mezin e. Veberhêner lazim e ji vê pakêtê îstifade bikin. Tam dema veberhênanê ye. Ji 4 îlonê heta niha bi tenê ji Diyarbekirê kesên ku ji me agahiyê hildan jimara wan 400 kesî derbas bû. Ez bawer im ku wê ev eleqe hê mezin bibe. Înşellah ev eleqeyê ji bo herêmê bibe veberhênan."