Önder Beyter
03 Hezîran 2019•Rojanekirin: 04 Hezîran 2019
Endeksa Bihayê Xerîdaran di gulanê da li gorî mehê ji sedî 0,95, Endeksa Bihayê ya Hilberîneran a Nava Welêt ji sedî 2,67 zêde bû. Enflasyona salewextê di bihayên xerîdaran da ji sedî 18,71, di bihayên hilberîneran ên nava welêt da jî bû ji sedî 28,71.
Li gorî daneyên Dezgeha Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), ji meha gulanê pê va li gorî nîvendiyên 12 mehan, bihayên xerîdaran ji sedî 19,91, bihayên hilberîneran ên nava welêt jî ji sedî 32,85 zêde bûn. Li gorî berfanbara sala derbasbûyî jî bihayên xerîdaran ji sedî 4,99, bihayên hilberîneran ên nava welêt jî ji sedî 7,99 zêdebûn.
Endeksa Bihayê Xerîdaran di gulanê da li gorî meha nîsanê ji sedî 0,95, li gorî heman meha sala derbasbûyî jî ji sedî 18,71 zêde bû. Endeksa Bihayê ya Hilberîneran a Nava Welêt jî di nîsanê da ji sedî 2,67, li gorî gulana 2018an jî ji sedî 28,71 zêde bû.