Nihat Kavşut
29 Hezîran 2017•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2017
NEW YORK
Samsunga şirketa teknolojiyê ya Koreya Başûr ragihand wê li DYAyê fabrîqeyeke bi 380 milyon dolarî çêke.
Di daxuyaniya Samsungê da hat destnîşankirin li eyaleta Carolînaya Başûr ya DYAyê wê fabrîqeyeke bi 380 milyon dolarî çêke.
Samsungê ragihand fabrîqe wê di sala 2020an da bê vekirin û qederê 954 kes tê da bixebitin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin fabrîqe wê ji bo bazara DYAyê hacetên malê çêke.
B.K. Yoonê Revebirê (CEO) yê Samsung Electronicsê der barê mijarê da destnîşan kir piyase û bazara DYAyê ji bo şirketê bazareke mezin e û her diçe mezintir dibe.