Cuma Sarı
27 Îlon 2026•Rojanekirin: 27 Îlon 2026
Li Siwêrega navçeya Şanliurfayê otomobîl welgeriya şarampolê û 2 kes birîndar bûn.
Otomobîla plaqe 31 ACS 201 a Îkram Kostekçî (70) diajot, di rêbejaya Siwêreg-Diyarbekirê da li nêzîkî Taxa Yuvarê welgeriya şarampolê.
Di qezayê da tevî ajokar, Nurten Kostekçî (78) birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê hatin veguhestin.