Deniz Çiçek Palabıyık
08 Adar 2023•Rojanekirin: 09 Adar 2023
Ji bo Wezareta Çandinî û Daristanan raye hatibû dayîn ku bacanên sor di serî da hin berên çandinî li gor heyamê verast bike. Biryar hat dayîn ku teblîxa vê rayeyê ji rewacê were rakirin.
Wezareta Bazirganiyê ji bo îxrackirina hin berên çandiniyê teblîxek amade kir ku teblîxa berê ya navborî ji rewacê rabe. Ev teblîxa nû ya wezaretê di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Di teblîxê da "Teblîxa Ser Îxrackirina Hin Berên Çandinî" ku di 27ê Rêbendanê da hat weşandin, ji rewacê hat rakirin.
Ji rewacê rakirina teblîxê tê meneya ku biryara sînordarkirinê ya îxrackirina bacanên sor a Wezareta Çandinî û Daristanan jî hat rakirin.
Ji Wezareta Çandinî û Daristanan jî ji midûriyên çandinî û daristanan ên 81 bajaran ra nivîs şand û ragihand ku sînordarkirina ser bacanên sor hat rakirin, ji bo îxrackirina bacanên sor pirsgirêk nema.