İbrahim Atmaca
29 Mijdar 2017•Rojanekirin: 30 Mijdar 2017
ANKARA
Serokatiya Kar û Barên Diyanetê rêzikname guherand û navê hefteya "Jidayikbûna Pîroz" kir "Mewlûda Nebî", destpêka hefteyê jî li gor Salnameya Hicrî hat kifşkirin û biryar li ser roja 12emîn a meha rebîulewwelê hat dayîn.
"Rêziknameya Guhertina li ser Rêziknameya Hefteya Jidayikbûna Pîroz û Pîrozkirina Hefteya Wezîfedarên Dîn" di Rojnameya Fermî da weşiya û ket rewacê.
Li gor biryara hat dayîn, "Jidayikbûna Pîroz" guherî û bû "Mewlûda Nebî"
Destpêka hefteyê jî wê êdî li gor Salnameya Hicrî be û di 12ê Rebîulewwelê da dest pê bike. Li gor rêziknameya berê her sal di navbera 14-20ê nîsanê da dihat pîrozkirin.