Muhammet Kurşun
10 Tebax 2017•Rojanekirin: 12 Tebax 2017
DUHOK
Berdevkê Yekîtiya Veberhênerên Herêma Kurdistanê Yasîn Mihemed, der barê qeyrana aborî de got: "Herçiqas sektora veberhênanê li Herêma Kurdisanê rastî çend qeyranên mezin hatibe jî piştî bidawîhatina DEAŞê û çareserkirina problemên siyasî dê vejîneke nû bi xwe re bîne. Aboriya Herêma Kurdistanê dê geşe bike."
Yasîn Mihemed daxuyanî da peyamnêre AAyê û li ser rewşa aboriya Herêma Kurdistanê nirxandinên giring kirin.
Berdevkê Yekîtiya Veberhênanan diyar kir ku piştî qeyrana darayî 5 herêmên pîşesaziyên giring û stratejîk li 5 herêmên cuda yên Herêma Kurdistanê çêdikin.
Yasîn Mihemed der barê xebatan de wiha agahî da:
"Ji ber bûyerên vî çendê dawiyê mixabin sektora veberhênanê wek beşa razayî tê dîtin. Ji ber reqabeta di navbera partiyên siyasî de jî nêzîkî sedî 20ê veberhêneran derketin derve. Li dewletên din karê xwe dimeşînin. Herwiha sedî 45ê projeyan jî sekinîn û xebat li ser wan nayê kirin."
Der barê sala 2017an de jî Yasîn Mihemed wiha axivî:
"Sala 2017an sala derbasbûna ji qeyrana aborî, siyasî û hemû astengiyên din e. Halê hazir 10 veberhêneran projeyên xwe nedane sekinandin. Yên mayî jî li benda asayîbûna rewşa giştî ne."
Yasîn Mihemed berî 2013an dahata welatiyekî Herêma Kurdistanê û Iraqê 5 hezar dolar bû lê halê hazir ketiye bin 2 hezar dolarî.
Li ser herêmên pîşesaziyê jî got dê li Zaxo, Duhok, Hewlêr, Silêmanî û Germiyanê 5 projeyên mezin werin bicîkirin.
- "Danûstendina Kurdistanê ji Tirkiyê ji Îranê zêdetir e"
Li ser îhtimala daxistina deriyê sînorî ji aliyê Îranê ve jî wiha nirxandin kir:
"Li Îranê 700 navendên pîşesaziyê hene. Li wn 12 milyon kes dixebitin. Deriyê serekî û firotina malên wan Herêma Kurdistanê ye. Belgeya Wezareta Derveyî ya Îranê li ber destê me heye ku dibêje eger deriyê sînorî digel Herêma Kurdistanê were girtin bi 10 milyaran zirara wan çêdibe. Ji 5 milyon kesî zêdetir bêkar dimînin."
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser bazirganiya digel Tirkiyê jî û got danûstendina bi Tirkiyê re ji ya Îranê zêdetir e.
Yasîn Mihemed li ser bazirganiya bi Îranê re wiha axivî:
"Rêjeya danûstendina bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de salane 8 milyar dolar e. Lê ya digel Îranê salane 5 milyar dolar e. Em çavnêrî dikin ku rêjeya ticareta digel Tirkiyê sala bê bigihê 16 milyar dolarî.
"Herêma Kurdistanê amadekariya referandûma serxwebûnê dike. Tirkiyê 3 milyar dolar ji bo nûkirina rê û banên di navbera Herêma Kurdistanê û wî welatî de xerc kiriye. Rêyên serekî ji Zaxo heta bigihê Stenbolê tên nûkirin. Herwiha li ser sînorê Îbrahîm Xelîl-Xabûrê jî pireke mezin ava dike. Ev hemû peyamên emelî ne ku Tirkiye sînor nagire. Eger a daxistinê ba ew proje hemû birêve nedibirin."