Türkan Tosun
07 Mijdar 2017•Rojanekirin: 08 Mijdar 2017
BANGKOK
Şirketa Pîşesaziya Fezayê û Esmanî ya Tirkiyeyê (TUSAŞ/TAI) hewl dide firoke, wesayîtên bêmirov û balafirên ku çêdike di bazara Yekîtiya Neteweyî ya Başûrê Rojhilatê Asyayê (ASEAN)de bifroşe.
Şirket beşdarî Fuara Ewlekarî û Parastinê ya Taylandê bû û bi Malezya, Endonezya, Filipîn, Vîetnam û welatên din ên li herêmê ra hin hevdîtinan dike ku bi wan re hevkariyê bike.
Temel Kotîlê Midûrê Giştî yê TUSAŞ/TAIyê û heyeta bi wî re hevdîtin kirin ku vana îxrac bikin.
Di fuarê de mirovan eleqeyeke mezin nîşanî firokeya bi navê Atak, wesayîta bêmirov a bi navê Anka û balafira perwerdeya bingehîn a bi navê Hurkuşê nîşandan. Rayedaran pirsên ziyaretvanan ên der barê firoke û balafiran de bersivandin.
Malezya, Endonezya, Filipîn, Vîetnam û welatên din ên li herêmê eleqeyê nîşanî van firoke, balafir û wesayîtên bêmirov didin.
Di navbera 12 û 16ê mijdarê de li Dubaiyê fuareke bi navê Dubaî Aîrshow wê çêbibe û şirketê beşdarî vê fuarê jî bibe.