Nihat Kavşut
04 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2018
KONYA
Hasan Konyayê Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya Yekîtiya Navendî ya Hilberînerên Hêkan: "Balyozxaneya Îranê geriya. Ji ber ku li welêt şewba çûkan heye û bihayên hêkan zêde bûye ji me alîkarî xwestin. Me jî got em dikarin bibin alîkar. 2 hefte berê me dest bi îxracata hêkan kir."
Konya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir li Îranê ji ber şewba çûkan di hilberîna hêkan da pirsgirêk hene.
Hasan Konya diyar kir li Îranê ji sedî 70yê mirîşkan hatine îtlafkirin û loma jî bihayê hêkan zêde bûye.
Konya destnîşan kir ji Îranê daxwaza hêkan hat û wiha got: "Balyozxaneya Îranê geriya. Ji ber ku li welêt şewba çûkan heye û bihayên hêkan zêde bûye ji me alîkarî xwestin. Me jî got em dikarin bibin alîkar. 2 hefte berê me dest bi îxracata hêkan kir. Bi alîkariya wezaretê îxracata hêkan dewam dike. Em derdora 26-27 dolarî hêkan difiroşin Îranê. Niha em hefteyê 50 TIR hêk dişînin Îranê."
Hasan Konya destnîşan kir pirsgirêka di bihayê hêkan da li Îranê wê 5-6 meh dewam bike û wiha got: "Wek Tirkiye plana firotina 2 hezar TIR hêk heye. Dema ev çêbe îsal wê li Iraq û dewletên din yên Rojhilata Navîn jî îxracata hêkan zêde bibe."