Abdullah Tel
03 Îlon 2017•Rojanekirin: 04 Îlon 2017
ÎZMÎR
Alîkarê Serokê Federosyona Otêlvanên Tirkiyeyê (TUROFED) Mehmet Îşler diyar kir ku îsal ew li bendê ne ji Îranê 2 milyon tûrîst bên Tirkiyeyê.
Îşler daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku berê herî zêde Almanyayê tûrîst dişand Tirkiyeyê lê di demên dawîn da ev rewş guherî û niha hejmara tûrîstên ji Îranê zêde ye.
Di axaftina xwe da Îşler behsa esnafên di qada tûrîzmê da dixebitin kir û ragihand ku hatina tûrîstên ji Îranê kêfa esnafan tîne û wiha pê da çû:
"Par ji Îranê milyonek û 600 hezar tûrîst hatin Tirkiyeyê. Di 7 mehên îsal ên heta niha da milyonek û 200 hezar kes hatine û ev jî nîşan dide jimar wê ji 2 milyonî derbas bibe."
Îşler wiha dewam kir: "Ji Almanyayê hatina tûrîstan kêm bû lê ev kêmasî bi hatina tûrîstên ji Îranê va hat telafîkirin. Lewra tûrîstên ji Îranê li gor yên alman zêdetir pere xerc dikin. Wisa tê texmînkirin ku tûrîstên îranî par bi qasî 2 milyar dolar dowîz li Tirkiyeyê xerc kirine û îsal ev reqem wê 2 milyar û 700 milyon dolar be. Îran û Tirkiye cîran in û di qada çand û hûnerê da jî hin tiştên wan dişibin hev û tûrîstên ji wir tên jî xwe pir xerîb nabînin. Ji ber vê jî di şûna welatên ewropayê da ew me tercîh dikin û tetîla xwe li vir derbas dikin."
Îşler ji esnafên di qada tûrîzmê da dixebitin xwest bala xwe bidin ser bazara Îranê ya di qada tûrîzmê da û got ku hejmara tûrîstên ji Îranê tên Îzmîrê jî her diçe zêde dibe û di 7 mehên dawîn da ji 40 hezarî zêdetir tûrîst ji Îranê hatine Îzmîrê.