Türkan Tosun
03 Mijdar 2020•Rojanekirin: 03 Mijdar 2020
Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afat û Acilê (AFAD) ya Wezareta Karên Navxweyî eşkere kir ku di erdheja Îzmirê da hejmara kesên mirin derket 100î.
Li gor daxuyaniya AFADê,di 30yê Cotmehê da li peravên Seferîhîsarê bi lerza 6,6ê erd hejiya û piştî vê erdhejê lerza wan ji 4an zêdetir 44 erdhej, bi tevahî 1464 erdhejên piçûk çêbûn.
Li gor agahiya Navenda Kordînasyona Afat û Tenduristiyê (SAKOM), 100 welaî mirin. Ji 994 welatiyên ku birîndar bûne jê 847 kes piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketin, tedawiya 147 welatiyan dewam dike.
Li Îzmirê hê ji 17 avahiyan di 12 avahiyan da xebatên lêgerîn û xelaskirinê temam bûn, di 5 avahiyan da xebat dewam dikin.