Haydar Şahin
04 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2019
Di roja dawîn a hefteyê da li piyaseyên navneteweyî warêla petrola brent bi 58,37 dolarî tê firotin.
Warêla petrola brent duh di nav rojê da hetanî 58,46 dolarî hatibû firotin û di dawiya rojê da bi 58,09 dolarî hatibû firotin. Îro jî warêla petrola brent ji saet 09.43an pê va li gor duh ji sedî 0,48 zêde bû û derkete 58,37 dolarî.
Di heman demê da warêla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 52,60 dolarî hat firotin.
Mîrze Ebdilezîz bîn Selmanê Wezîrê Vejena Erebistana Siûdî di çarçoveya "Hefteya Vejenê ya Rûsyayê" da aixivî û diyar kir ku piştî êrîşa birin ser tesîsên Saûdî Aramcoyê derxistina petrol ya Erebistana Siûdî derkete asta xwe ya normal.