Haydar Şahin
16 Gulan 2019•Rojanekirin: 16 Gulan 2019
Li piyaseyên navneteweyî warêla petrola brent bi 72,43 dolarî tê firotin.
Warêla petrola brent duh di nav rojê da bi 72,50 dolarî dihat firotin û di dawiya rojê da bi 72,16 dolarî hatibû firotin. Îro jî warêla petrola brent ji saet 09.18an pê va li gor duh êvarê ji sedî 0.37 zêde bû û derkete 72,43 dolarî.
Di heman demê da warêla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 62,42 dolarî hat firotin.
Ji ber rageşiya di navbera Îran û Amerîkayê da û êrîşên li ser tesîsên Erebistana Siûdî bihayê petrolê danakeve û zêde dibe.