Pergala perwerdeyê 4+4+4 di çarçoveya qanûna ku perwerdeya mecbûrî derxist 12 salan ji nû ve hat sererastkirin û bi xwe re gelek tiştên nû anî. Di vê pergalê de par jimara dersên bijarte hat zêdekirin û xwendevanên diyarbekirî îsal jî tercihên xwe yên dersên bijarte kirin.
Di çarçoveya mufredata ku ji hêla Lijneya Telîm û Terbiyeyê ve hat diyarkirin, xwendevanên ku di polên 5 û 6an de dixwînin di hefteyê de du saetan derfeta xwendina dersên ku hilbijartin, bi dest xistin.
Midûrê Perwerdeya Neteweyê yê Bajêr Mehmet Hadî Agirbaş tercihên dersên bijarte yên xwendevanan ji nûçegihanên AAyê re nirxand. Agirbaş got ku wek par îsal jî xwendevanan bi vîna xwe dersên xwe yên hilbijartî tercîh kirin.
Agirbaş diyar kir ku ji 75 hezar xwendekarên polên 5emîn û 6emîn yên ku qeyda wan ketin sîstemê, nêzî ji sedî 20ê wan dersa "Ziman û Zaravayên Zindî" tercîh kirin û der barê 5 dersên ku xwendevanan herî zêde tercîh kirine de agahiyên wiha da: "Ji Xwendevanên me 28 hezarê wan dersa "Sepanên Matematîkê", 26 hezar û 315 xwendevan dersa " Jiyana Hz. Pêxember", 24 hezar û 655ê wan dersa " Qur'ana Kerîm" 13 hezar û 23 xwendevanan jî dersa " Ziman û Zaravayên Zindî" ya ku kurdî jî tê de cî digire hilbijartin."
Agirbaş bal kişand ku li bajar par 6 hezar û 413 xwendevanan dersa "Ziman û Zaravayên Zindî" hilbijartibû û got ku par tenê xwendevanên pola 5emîn dikaribûn tercîh bikin, lê îsal wek merhale xwendevanên pola 6emîn jî tercîh kirin. Par dersa sepanên matematîkê di rêza duyem de bû, îsal di rêza yekem de ye. Dersa 'Ziman û Zaravayên Zindî' par di rêza 6emîn de hatibû hilbijartin, îsal di rêza 5emîn de ye. Zarok dixwazin ku zimanê xwe, kirmackî û kurmanciya ku zimanê herêma wan e hîn bibin, dewlet jî vê derfetê dide wan.
Agirbaş anî ziman ku di perwerdeya kurmancî û zazakî de ji mamosteyên ku van zaravayan dizanin û dikarin agahiyên xwe bi xwendevanan re parve bikin û belgeyên wan hene sûd werdigirin û wiha axivî: "Her wiha em di serî de mamosteyên tirkî, zanistên civakî û îngilizî yên ku belgeyên wan tunin lê dibêjin ku em dikarin van dersan bidin jî peywirdar dikin. Niha mamosteyên ku van dersan didin têrê dikin. Heta mamosteyên ku ji beşên lîsans û lîsana bilind yên Ziman û Wêjeya Kurdî mezûn bibin, em ê ji van hevalan sûd wergirin. Piştî ku mamosteyên perwerdeya xwe ya lîsans û lîsansa bilind qedandin xwendekarên me dê bi derfetên baştir zimanê xwe hîn bibin."
- "Ez ji zimanê xwe yê dayikê hez dikim û dixwazim ku hîn bibim"
Di Dibistana Navend ya Hattat Hamîd Aytaç ya ÎMKBê ya li navçeya Kayapinarê 350 xwendevanan kurmancî û zazakî wek dersa hilbijarte tercîh kirin.
Mamosteyê ku dikeve dersên kurdî Fedlî Zaman got ku hinek ji xwendevanên ku kurdî wek dersa hilbijartinê tercîh kirine hîç kurdî nizanin, hinek ji wan jî piçekî dizanin.
Zaman da zanîn ku xwendevan dikarin dengên kurdî yên ji qirikê derxînin û got ku zarok bi hêsanî hînî ziman dibin.
Ji xwendekaran Sadiye Baykan got ku kurdî zimanê min ê zikmakî ye, ji ber vê yekê dixwazim zimanê xwe pêş bixim. Baykan got ku dikare di dersan de bi kurdî bixwîne û hînî nivîsandinê jî bûm. Ez dixwazim ku zimanê xwe hîn bibim, pêş bixim û bi hevalên xwe re bi kurdî biaxivim, stranên kurdî bibêjim.
Ji xwendevanan Sîsem Zaman jî diyar kir ku dê û bavê wê li malê her dem bi kurdî diaxivin, ew jî dixwaze ku kurdî hîn bibe û bi wan re bi kurdî sohbetê bike. Zaman da zanîn ku dikare bi kurdî bixwîne lê nikare binivîse û got ku ez ji zimanê xwe yê dayikê hez dikim û dixwazim hîn bibim.