DIYARBAKIR
Xwendekarên ku li Mala Piştgiriya Perwerdeyê ya Ferzad Kemangera li Diyarbekirê perwerdeyê dibînin karnameyên xwe sitendin.
Xwendekarên ku li mala piştgiriya perwerdeyê ya ku bi destê Egîtîm-Sen, Şaredariya Baxlarê û Komeleya Pêşvaxistin û Lêkolînên Zimanê Kurdî (Kurdî-Der) hatibû avakirin perwerdeyê dibînin karnameyên xwe ji destê Selma Irmaka Parlamantera HDPyê, Gultan Kişanaka Şaredara Bajarê Mezin a Diyarbekirê û Hafîze Îpeka Hevseroka Bajêr a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) girtin.
Irmaka parlamenter di merasimê da axivî û wiha got: "Em ê bi kurdî biaxivin, kurdî bikenin û bi kurdî bijîn. Divê gelê me û saziyên me bi kurdî biaxivin."
Kişanakê jî destnîşan kir ku hinekî kurmancî dizane lê belê ew ê bi tirkî biaxive û xwendekarên karnameyên xwe hildan pîroz kir.
Kişanakê fikrên xwe yên der barê ziman da parve kir û wiha got: "Ev destpêkek e. Ev gavek e û ez bawer dikim ku ew ê mezin bibe û pêş bikeve. Pêşeroja me yê di destê nivşên nû yên ku bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin, bi gelê xwe ra eleqedar dibin û dîroka xwe dizanin da be."