Malbatên êzdî yên ev ku 4 mehin li Çiyayê Şingalê dorgirtîne, hêvî dikin ku hêzên pêşmergeyan herêmê ji DÎŞIyê rizgar bikin û ew jî bi dilkî rihet vegerin malên xwe.
DÎŞIyê di 3ê tebaxê de navend û gundên derdora navçeya Şingalê dagir kir û ji ber vê yekê jî êzdiyan herêmê xwe spartin Çiyayê Şingalê.
Lê niha ji ber şert û mercên hewaya sar û zivistanê, rewşa wan her ku diçe xerabtir dibe. Êzdiyên li ser Çiyayê Şingalê di konên ku li seranserê Geliyê Kerzê vedane de dijîn û rewşa wan jî ji aliyê xebatkarên AAyê yên ku li herêmê ne ve hat kişandin.
Di konên wan de ji bo xwe germ bikin tu tişt tuneye, bi agirê ku li derveyê konên xwe pêdixin ve xwe germ dikin û bi şev jî betaniyan li xwe dipêçin.
Ji ber sir û seqemê destê wan, ser û çavên wan terkîne û bi taybetî jî dema meriv bala xwe dide wan dibîne ku piranî jin û zarok di halekî xerab de ne û gelek westiyane.
Hin zarokên ku di vê sermayê de midaseke jî di piyên wan de tuneye bi şimikan îdare dikin. Dayîkên serê çiyê zarokên xwe yên nexweş bi dermanên kurmancî tedawî dikin. Êzdiyên dorpêçayî avê jî bi satilan tînin konên xwe.
Êzdiyê bi navê Hemo Rekat diyar kir ku rewşa wan qet baş nîne û bi mehan e ku bi awayekî baş xwarinekê nexwarine.
Dahil Şemoyê ku tevlî jin û 4 zarokên xwe di konekî de dimîne jî got: "Rizgarkirina Çiyayê Çingalê ya bi destê pêşmergeyan ve ji bo me wekî cejnekê bû. Heke navçeya Şingalê seranser bê rizgarkirin em ê vegerin malên xwe. Niha herî ewil ji mere nan, av, xurek û êzingên ji bo şewatê lazimin."
Xatûn Şemoya tevlî 6 zarokên xwe di konekî de dimînin jî wiha axivî: "Ji ber sir û seqemê rewşa me her ku diçe xedartir dibe. Ez herî zêde li ber zarokên xwe dikevim."
Şêngala navçeya Mûsilê bi şêniyên xwe yên êzdî ve tê zanîn. Di 3ê tebaxê de ji ber ku pêşmerge ji navçeyê vekişiyabûn herêm ketibû bin kontrola DÎŞIyê. 30 hezar êzîdiyên ku ji navçe û gundên derdorê reviyan xwe spartin Çiyayê Şingalê. Ji van êzdiyan bi qasî 20 hezarî ji korîdora biewle ya ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kontrol dikir re ji ser derbasoka sînorê Sûriyeyê re neqlî Dihokê kirin. Êzdiyên ku bi qasî hefteyekê tî û birçî man û piştî rêwîtiyeke ku bi saetan dewam kir xelas bûn û bala dinyayê kişandin ser xwe. Piştî ku DÎŞIyê êrîşî ser êzîdiyan kir, alîkariya mirovahî û leşkerî ya ku ji Iraqê re hat kirin zêde bû. Tê gotin ku li Çiyayê Şingalê bi qasî 10 hezarî êzîdî hene. Hikûmeta Iraqê bi helîkoptêran ve car caran ji êzdiyên ku li çiya hêsîr mane re alîkariyê dişîne.