Şaredarê Eyyubiyeyê Mehmet Ekîncî da zanîn ku li navçeyê pakêta remezanê belavî nêzî 8 hezar malbatî kirin.
Ekîncî li restoranekê li bajêr ji bo rojnamevanan fitar da û der barê xizmetên ku şaredariyê ji ber meha remezanê kirin de daxuyanî dan.
Ekîncî qal kir ku li navçeyê gelekî welatiyên feqîr hene û diyar kir ku dema xebatên arîkariyê kirin der barê rewşa aboriya malbatan de lêkolîn kirin. Ekîncî ragihand ji bo ku di nav sînorê navçeyê de tu kesên hewcedarê arîkariyê nemîne hewl didin.
Ekîncî diyar kir ku pakêtên arîkariyê heta ber derê malbatan birin û wiha axivî: "Me li navçeya xwe pakêta arîkariyê diyariyê nêzî 8 hezar malbatî kir. Li navçeya me 57 hezar malbat ji ber ku hewcedar in ji dewletê arîkarî distînin. Aboriya nêzî 270 hezar mirov ango ji sedî 75a serjimara navçeya me baş nîne. Em jî li gor derfetên xwe hewl didin ku bibin arîkar, em hewl didin ku arîkariyên xwe zêde bikin û berdewam bikin."