ÎSTANBUL
Hunermendê şano û sînemayê Zekî Alasya di 72 saliya xwe de mir.
Nexweşxaneya Zanîngeha Koçê daxuyaniyek da û da zanîn ku Zekî Alasyayê ku ji ber nexweşiya kezeba reş ji 22yê nîsanê heta niha li nexweşxaneyê dihat dermankirin di saet 10.32yan de mir.
Hunermendê şano û sînemayê Zekî Alasya di sala 2010an de di Mihrîcana Fîlman a Porteqala Zêrîn a 47emîn de "Xelata Rûmetê ya Seranserê Jiyanê" sitand.
Piştî mirina Alasya gelek hunermend û siyasetmedaran peyama serxweşiyê weşandin.
- 'Zekî Alasya her dem dê bi rêzgirtin û hezkirin bê bîranîn'
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan peyameke sersaxiyê weşand û got "Ew hunermendekî me ye ku di dilê gelê me yê ezîz de cihekî taybet girtiye û dê her dem bi hezkirin û rêzgirtin bê bîranîn. Serê malbata wê û hezkiriyên wê sax be."
- Çîçek: Emê bi hesret bi bîr bînin
Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek ji ber mirina Zekî Alasya peyama sersaxiyê weşand û got: "Em dê bi hesret hunermendê xwe yê ku di fîlm û lîstikên xwe de mijarên civakî bi kar anîye, bi bîr bînin."
- Wezîrê Çand û Tûrîzmê Çelîk: Ji bo welat hizneke mezin e
Wezîrê Çand û Tûrîzmê Omer Çelîk jî peyameke sersaxiyê weşand û Alasya wekî "hunermendê duayen" bi nav kir û diyar kir ku mirina Alasya ji bo welêt hizneke mezin e.