TUNCELİ
Guner daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku wek wilayet piştgirî didin 13emîn Mihrîcana Xweza û Çandê ya Mûnzûrê ya ku Şaredariya Tunceliyê li dar dixe.
Guner got cara ewilîn e dê beşdarî mihrîcanê bibe û wexta ku mihrîcan dest pê dike çûn û hatina herêmê gelek zêde dibe. Wisa hêvî dikim ku xizmetên şaredariyê yên ji bo pêkanîna hewcedariyên welatiyan dê ser bikevin. Me gote saziyên dewletê û midûrên bajêr ku li gor derfetên xwe û di bin çarçoveya qanûnî de her cure piştgiriyê bidin mihrîcanê. Di vê çarçoveyê de di navbera şaredarî û midûrên bajêr de têkilî hatin danîn. Wisa bawer dikim ku bajarê me dê bi hevkariyeke xurt û serkêşiya şaredariya me bi awayekî baş bi mêvanan bidin nasîn.
Guner ragihand ku yekeyên ewlehiyê jî bergiriyên hewcedar girtin û got ku ji bo piştgiriya şaredariya me yekeyên ewlehiyê dê hem ji hêla hatûçûyê ve hem jî li hember bûyerên wek diziyê, tevdîrên xwe bigirin. Alîkariya hewcedar dê ji bo welatiyê me bikin.
Mihrîcana Xweza û Çandê ya Mûnzûrê dê di navbera 25 û 28ê tîrmehê de bê lidarxistin.