TÛNCELÎ
Li Tûnceliyê (Dêrsim) ji vir 5 meh berê dest bi çêkirina hewza sobaniyê ya olîmpîk kiribûn. Wer pilan dikin ku sala pêşiya me çêkirina avahiyê biqede. Avahiya hewza sobaniyê ya olîmpîk yê bi 5 milyon dalorî bibe mal.
Midûrê Werziş û Xizmetên Civaniyê yê Tunceliyê Şefîk Kara daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hewza sobaniyê ya olîmpîk a ku li taxa Cumhuriyetê tê çêkirin wê 500 temeşavanî hilde û li ser wan 5 milyon dolarî bibe mal.
Kara destnîşan kir ku hewiz li bajêr ji bo zêdebûna werzişa sobaniyê zehf girîng e û wiha axivî: "Tu kesî bawer nedikir ku hewzeke wiha yê li vir bê çêkirin. Xwedê ji dewleta me razî be, ev jî hilda bernameya xwe û dide çêkirin. Heta niha ji sedî 40ê avahiyê hat çêkirin. Çêkirina avahiyê dê di serdema pêşiya me de temam be. Welatî di hemû demsalan de bên û hewzê bi kar bînin."
Kara diyar kir ku di olîmpiyat û şampiyonayên dinyayê de piştî atletizmê herî zêde xelatan didin sobaniyê û wiha pê de çû:
"Xwedê hez bike bi temambûna hewzê ve werzişa sobaniyê wê li bajarê me rabe ser piya û pêş keve. Li gor rêjeyan, li Tirkiyeyê werzişvanên bi lîsans herî zêde li bajarê me ne. Xwedê hez bike em ê ji vir şûn de ji bo ku werzişvanan bişînin olîmpiyat û şampiyonayên dinyayê zêdetir bixebitin."