Nihat Kavşut
04 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2017
ÎSTANBUL
Aamir Khanê çêker, derhêner û lîstikvanê navdar yê Bollywoodê wek mêvan û vexwendiyê Wezareta Çand û Tûrîzmê hat Stenbolê.
Khan ji Mumbiaya bajarê Hindistanê bi balafireke Rêhewayên Tirkiyeyê hat Balafirgeha Ataturkê.
Aamir Khan daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir cara ewil e tê Tirkiyeyê.
Khan ji bo eleqeya xelkê Tirkiyeyê sipas kir û got dixwazim bi lîstikvanên Tirkiyeyê ra biaxivim.
Aamir Khan diyar kir 20ê cotmehê wê fîlmê wî yê bi navê "Secret Superstar" li Tirkiye û Hindistanê di heman demê da bikeve vizyonê û got ji bona nasandina fîlmê xwe hatiye Tirkiyeyê.
- Khan wê bi Kurtulmuş ra bê bal hev
Aamir Khanê vexwendiyê Wezareta Çand û Tûrîzmê ye wê li Stenbol û Enqereyê tevlî bernameyên curbecur bibe, bi Numan Kurtulmuşê Wezîrê Çand û Tûrîzmê ra bê bal hev û tevlî bernameyên televizyonê bibe.