Haydar Şahin
25 Îlon 2018•Rojanekirin: 26 Îlon 2018
ÎSTANBUL
"Thugs Of Hindostan"a fîlma dawîn a Aamîr Khanê lîstikvan û derhênerê Bollywoodê yê ku li dinyayê tê naskirin ew ê di 30yê mijdarê da derkeve vîzyonê.
Khanê ku ji bo fîlma "Dangal" guherîneke mezin di bedena xwe da kiribû û ji ber vê hatibû rojevê vê carê jî bi îmajeke din derdikeve pêşeya temaşevanan.
Herî dawîn fîlma "Superstar" a Khan li Tirkiyeyê ketibû vizyonê, dîmenên ewil ên rola "Fîrangî" ya ku Khan dilîze jî hatin weşandin
Di fîlmê da bi Aamîr Khan ra Amitabh Bachchan, Katrina Kaif û Fatima Sana Shaikh jî dilîzin.
Senarîstî û derhêneriya fîlmê Vijay Krishna Acharya dike û ji ber ku fîlma herî giranbiha ya Bollywoodê ye jî fîlm balê dikişîne.