MÊRDÎN
Nûnera Taybet a Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û lîstikvana sînemayê ya amerîkayî Angelîna Jolîe bi balafira xwe ya taybet ve hat Mêrdînê.
Stêrka Hollywoodê ji bo serdana penaberên sûriyî û iraqî yên ku ji ber şerê navxweyî yên li welatê xwe reviyan û niha jî li stargehên li Mîdyada navçeya Mêrdînê hatine bi cih kirin hat bajêr.
Balafira Jolîeyê li Balafirgeha Mêrdînê danî û alîkarê Waliyê Mêrdînê Alî Îkram Tuna çû pêşiya Jolîeyê û lîstikvana navdar bi wesaîtên bizirx ên NYyê ve derbasî otêlê bû. Di vê navberê de nehîştin ku rojnameger wêneyan bikişînin.
Bi munasebeta "20ê Hezîranê Roja Penaberan" Jolîe, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Komîserê Bilind ê Penaberan a NYê Antonîo Guterres wê îro beşdarî merasima ku ji hêla Navenda Sitarbûna Mîdyadê ve bê lidarxistin bibin.