ADANA
Li Tirkiyeyê ji sedî 23yê dendikên birûn li Edeneyê çêdibe. Li Edeneyê zeviyên gulberojkan li gor berhemên din ên çandiniyê ji sedî 17 zêde bû.
Gulberojk ji bo aboriyê muhîm e û ji ber vê jî di çandiniyê da ciyekî girîng digire.
Li Tirkiyeyê jî gulberojkên ku di dawiya meha gulanê da li Çukurovayê hatin çandin, mezin dibin.
Gulberojk li herêmê eleqeyeke mezin dibîne û ji ber vê jî cotkar giraniyê didin ser çandina gulberojkan.
Midûrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê ya Edeneyê Ahmet Sogut daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku çandina gulberojkan ji sedî 17 zêde bû û got eleqeya li ser çandina gulberojkan zehf e.
Sogut destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ji sedî 23yê dendikên birûn li Edeneyê çêdibe.
Sogut diyar kir ku herêma Çukurovayê ji ber gulberojkan bi rengê zer xemiliye û got wê çinîn di meha tîrmehê da çêbe.