10 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2017
LOS ANGELES
Lîstikvanên navdar ên amerîkayî Angelîna Jolîe û Brad Pîtt wê doza hevberdanê veşartî bimeşînin.
Jolîe û Pîtt ji ajansa nûçeyan a Associated Pressê (AP) ra danezaneke hevpar şand û gotin ku wan bi alîkariya dadger va biryar da ku hûrguliyên doza hevberdanê wê veşêrin.
Di danezanê dê hat gotin, ji bo ku di vê pêvajoyê da zarokên wan li ber xwe nekevin, malbatê di rojên diyarkirî da werin bal hev.
Angelina Jolie û Brad Pitt di 15ê îlonê da ji ber lihevnekirinê biryara hevberdanê wergirtibûn û ji wê hingê teze daxuyaniyeke hevpar belav kirin.
Jolie û Pitt piştî 10 sal bihevrabûnê di 2014an da daweta xwe kiribûn.
Herwiha di pêvajoya berdanê da jî di mijara welayeta 6 zarokên xwe da, ku 3 jê biyolojîk û 3 jî keçmar û kurmar in, li hevdu nedikirin.