21 Hezîran 2016•Rojanekirin: 22 Hezîran 2016
WASHINGTON
Wezîrê Karên Derva yê DYAyê John Kerry û Nûnera Taybet a komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî û lîstikvana ji Amerîkayê Angelina Jolie beşdarî bernameya fitarê ya Civata Misilmanên Herêma Dullesê (ADAMS) ku bi minasebeta Roja Penaberan a Dinê hat lidarxistin bûn û li vir herdu jî axivîn.
Kerry di destpêka axaftina xwe da got, "Selamun Aleykum" û da bibîrxistin ku ew, meha herî muqeddes a misilmanan pîroz dikin û îfadeya "Remezana Kerîm" emiland.
Kerry di axaftina xwe da ji ber minasebeta Roja Penaberan a Dinê li ser mijarê hûr bû û seba ku balê bikişîne ser zêdebûna hejmara penaberên li tevahiya dinê wiha xeberda, "Heger em hemû penaberan li welatekî kom bikin, dê bibi 22yemîn welatê herî qelebalix ê dinê."
Kerry bi awayekî tund bertek nîşanî wê hizrê da wekî ku penaber seba Amerîkayê gef in û xeberdana xwe wiha domand, "Ev penaberên ku di çavdêriyeke diyarkirî da man û wisa hatina wan a Amerîkayê hat qebûlkirin, ji bo welatê me bi tu awayî gef nînin. Tu delîlek tune ku ev însan tehdîd in."
Kerry destnîşan kir ku cihêtiya welat û baweriyan û nirxên DYAyê li hev nakin.
Kerry diyar kir ku dijîtiya li dijî misilmanan bi kêrî komên radîkal tê û wiha got: "Dixwezin wisa nîşan bidin ku di navbera DYA û Îslamê da şer heye. Ev rast nîne. Bi qasî ku li DYAyê azad in misilman li ti derekê azad nînin."
Angelîna Jolîeyê jî ji ber ku ji derdorên cihê kes beşdarî fitarê bûne kêfxweşiya xwe diyar kir.
Jolîeyê destnîşan kir ku zêdebûna hejmara penaberan dijitiya li dijî biyaniyan mezin dike û got ku di vî warî da berpirsiyariya dewletan mezin dibe û wiha dewam kir: "Her kes wek hev tê dinyayê û xwediyê heman heq û mafan e."