Muhammet Kurşun
31 Adar 2017•Rojanekirin: 01 Nîsan 2017
ANKARA
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi minasebeta serê sala nû ya Babilî Asûrî û Cejna Ekîtoyê ragihand ku, "Kurdistan welatê me hemûyan e û di xweşî û nexweşiyê de me yek çarenivîs heye. Em li dijî teror û cudakariyê di yek bereyê de ne."
Barzanî di peyama pîrozkirina cejna Kildanî, Suryanî û Asûrî de diyar kir ku, "Bi minasebeta serê sala nû ya Babilî Aşûrî û Cejna Ekîtoyê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelê Kildanî, Suryanî Asûrî yên li Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim."
Serokê Herêmê hêviya xwe jî wiha îfade kir: "Hêvîdar im ev minasebet û serê sala nû ya Asûrî, Babilî destpêkeke nû be ji bo bi yekcarê nehiştina wan êşên ku di encama hizra tundrevî û êrişa terorîstan derketiye holê."
Nirxandina xwe ya der barê rewşa giştî de jî wiha kir:
"Di vê minasebetê de ez vê ji bo xwişk û birayên gelê Kildanî, Suryanî û Asûrî dûpat (teyîd) dikim ku Kurdistan welatê me hemûyan e û di xweşî û nexweşiyê de me yek çarenivîs heye. Em li dijî teror û cudakariyê di yek bereyê de ne. Pêwîst e çanda pêkvejiyan û birayetiya di navbera hemû pêkhateyên dînî û neteweyî de parastî be û kûrtir bibe. Di Kurdistanê de hizra tundrevî, tayîfegerî û înkarê cihê xwe nabîne."
Herwiha der barê penaberan de jî peyama xwe wiha domand:
"Hêvî dikim hemû ew xwişk û birayên di jiyana koçberiyê de ne di zûtirîn demê de bi serbilindî vegerin navçeyên xwe û pêşeroja wan misoger bibe. Hêvîdar im aştî û bextewerî ji bo Iraq û navçeyê vegere û hûn yên ezîz jî bigihên mafên xwe yên rewa û li bin siya azadî û aramiyê cejnên xwe pîroz bikin."