Zafer Fatih Beyaz
23 Gulan 2026•Rojanekirin: 23 Gulan 2026
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatine wergirtin, di xebatên îstîxbaratê yên MÎTê da hatiye tespîtkirin ku gumanbarên bi eslê xwe Tirk yên ku ji bo tevlîbûna rêxistina terorê ya DEAŞê ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûne, di navA rêxistinê dA çalak bûne û di demên berê dA li Tirkiyeyê beşdarî gelek çalakiyên terorîstî bûne.
Yek ji terorîstan bi kiryarên êrîşa Îstasyona Trenê ya Enqereyê va têkildar hat dîtin.
Piştî tespîtkirina 10 endamên DEAŞê yên li Sûriyeyê, MÎTê bi Teşkîlata Îstixbarata Sûriyeyê ra operasyonên meydanî yên hevrêz pêk anîn. Terorîstên ku tevgerên wan bi baldarî dihatin şopandin, di operasyonekê da hatin girtin û anîn Tirkiyeyê.
Di encama operasyona hevbeş ya ku ji hêla MÎT û Daîreya Têkoşîna Dijî Terorê (TEM) ya Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê va hat kirin da ji 10 endamên DEAŞê 9 kes hatin girtin, dema binçavkirina yê pêncemîn jî hate dirêjkirin.