Sevim Hatun
03 Tebax 2017•Rojanekirin: 09 Tebax 2017
BITLÎS
Li herêma Gunkiriya ser Guroymaka navçeya Bidlîsê Semiha Çetinkol yek jê astengdar 8 zarokên xwe tevî mêrê xwe yê ku nikare bimeşe, bi tenûrên ku bizor û zehmetî çêdike û difroşe xwedî dike.
Çetinkola 45 salî ya ku tevî zar û zêçên xwe di xaniyê xwe yê li Taxa Refahiyeyê da dimîne, her roj serê sibê bi motorê diçe qûntara çiyayên Herêrê, xweliya sor pê tenûr tên çêkirin, li motorê bar dike û tîne.
Çetinkol vê axê tîne di konê li ber xaniyê xwe avakiriye û wekî atolye bi katîne vala dike, pê tenûran çêdike û bi firotina evan tenûran debara malbata xwe dike.
Yek jê astengdar 8 zarokên Çetinkolê hene, herwiha mêrê wê jî demek berê ji xanî ketiye û ji wê gavê vir ve nikare bimeşe.
- Bi tenûran zarokên xwe xwedî dikim
Çetinkol wiha axivî:
"Nêzî 15 salan e tenûran çêdikim. Heftê 2-3 tenûran çêdikim, vana navbera 40-400 lireyî de difroşim û 4 zarokên min dixwînin. 2 zarokên min jî ji ber xizaniyê nikaribûn dewam bikin. Zarokeke min jî hê biçûk e. Ji ber ku mêrê min ji xanî ket, niha hemû kar li ser pişta min e. Herwiha mehê 960 lire ji bo xwedîkirina qîza xwe ya astengdar distînim. Ev perê ku dewlet dide jî ji bo me gelekî baş e."
- Çêkirina tenûran karekî zehmet e
Çetinkolê got ku em heriya ku ji qûntara çiyayên derdorê tînin pêşî distrin paşê şiklê tenûrê didinê û hişk dikin, ev kar gelekî bi zehmet e û wiha dewam kir:
"Em li gor daxwazan, dişînin hemû herêmên Tirkiyeyê. Gelek siparîş hene. Hinek kes tên ji vir distînin dibin. Em hinekan jî difroşin bazirganan."