Alîkara Serokê Şaredariya Guroymakê Nîmet Erezê daxuyanî da nûçegihana AAyê û diyar kir ku navê navçeyê ji berê de wek "Norşîn" tê zanîn û bi bîr xist ku di sala 1987an de navê Norşînê hatiye guherandin û bûye Guroymak.
Erezê destnîşan kir ku li navçeyê welatiyên ku ji 26 salî mezintirin, di nasnameya hemûyan de hê jî di cihê bûyînê de Norşîn dinivîse û li ser daxwaza welatiyan hewldanên ku ji bo navê Norşînê bê îaedekirin didome.
Erezê destnîşan kir ku Serokomar Abdullah Gul di sala 2009an de serdana Bilîsê kiriye û di axaftina xwe de navê Norşînê bikar aniye. Piştî vê jî meclisa şaredariyê biryar girtiye û ji bo nav bê guherandin serî Walîtiyê, Wezareta Karên Navxweyî, TBMM û Serokomariyê xistine.
Erez diyar kir ku heta nayê navê navçeyê nehatiye guherandin û wiha got: "Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di pakêta demokratîkbûnê de eşkere kir ku dê navên berê bên îadekirin. Lê dîsa jî di meclisê de ev nehat qebûlkirin û em xemgîn bûn."