HEWLÊR
Helly Luva hunermenda kurd a ji Herêma Kurdistana Iraqê DAEŞa rêxistina terorê ya ku wê tehdît dike û xistiye lîsteya mirinê qest kir û got ku "Ez bi hunera xwe bersiva terorîstên ku li dijî gelê kurd şer dikin û ez xistime nav lîsteya kuştinê didim."
Luva 25 salî ya ku li Los Angelesa bajarê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dijî par li Hewlêrê klîbeke bi navê "Risk it all" kişandibû û bi sîmgeyên ku di klîba xwe de bi kar anî hatibû rojevê. Luv ji ber molotofa ku di klîba xwe de bi kar anî û sehneyên bi şêran re ên ku direqisiya hatibûn rexnekirin. Luvê pêşmergeyên li eniya şer ziyaret kir û ji ber vê yekê jî rikê DAEŞê jê hat û DAEŞê ew xist nav lîsteya kuştinê.
Hunermenda xama di klîba xwe ya duyemîn a bi navê "Şoreş" (Revelution) de DAEŞa ku wê bi kuştinê tehdît dike xist hedefa xwe. Luv bi cil û bergên pêşmergeyan ên ku li xwe kiriye balê dikşîne ser xwe û bi dovîza ku serê "şidetê rawestînin" dinivîse peyamê dide DAEŞê. Luv di klîba xwe de cî dide alayên welatên koalîsyonê yên wekî Tirkiye, DYA, Îngilistan û Almanyayê û ji wan arîkariyê dixwaze.
- "Diya min pêşmerge bû"
Luv karakterên mirovan ên ku dînên cuda temsîl dikin derdixîne pêş û peyama "aştiyê" dide. Luvê daxuyaniyek da nûçegihanên AAyê û got ku di klîbên xwe de arguman û kostumên cuda bi kar tîne û ji ber vê jî tê rexnekirin.
Luvê got ku diya wê pêşmerge bû û gelek bandora vê yekê ser wê heye û wiha axivî: "Min ji ber diya xwe di klîba xwe de cil û bergên pêşmergeyên kurdan li xwe kir û çek girt destê xwe. Armanca min a di vir de ne ew e ku ez ji pevçûnên ku li herêmê berdewam dikin, sûd wergirim. Bereskê wê min xwest ez nîşan bidim ku di nav vê pêvçûnê de yên ku herî zêde zirarê dibînin, jin in."
Luvê qal kir dema klîba xwe ya ewil li Hewlêrê dikêşand DAEŞê êrîşî herêmên kurdan ên li Iraqê kir û da zanîn hewl dide ku ji stranên evîniyê bêtir stranên ku wêrekiyê dide gel çêke.
- "Ez ji ber stranên ku çêdikim mirinê didim ber çav"
Luvê destnîşan kir ku di klîba xwe ya dawîn "şoreşê" de hewl da nîşan bide mirovên ji dîn û mezhebên cuda çawa dikarin li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bi hev re dijîn û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Vir êzdî, xiristiyan û misilman hene. Ez vir wekî gundekî biçûk ê ku mirov wir di nav aştî û kêfxweşiyê de dijîn, dibînim. DAEŞ êrîşî vî gundî dike. Hemû kesên ku wir dijîn dibin yek û bi hev re li dijî wan şer dikin. Gotinên stranê jî vê yekê destnîşan dike, wek mînak ez dibêjim ku 'Rabin ser piyan em yek in, em dikarin ji niha pê ve jî bi hev re bijîn' Her wiha ez bi alayên ku min di klîbê de bi kar anîne ji dewletên mezin arîkariyê dixwazim. Ez ji terorîstên ku min bi kuştinê tehdît dikin natirsim û ji ber stranên ku çêdikim, mirinê didim ber çav."
-"Mûzîk çeka herî bibandor e"
Luvê bal kişand ku dê ji niha pê ve jî piştgiriyê bide pêşmergeyan û got "Ez ligel ew kesên ji bo ku welatiyên wan baş bijîn li dijî terorîstan şer dikin im. Divê her kes mal û axa xwe biparêze."
Luvê bi bîr xist ku heta niha beşdarî gelek çalakiyên arîkariyê bû û wiha axivî: "Ji bo vê mijarê min gelek pereyên ku em nikarin ji aliyê madî ve hesab bikin, berhev kir. Min ji bo Kobanê û penaberan jî heman tişt kir. Lêbelê ya herî girîng ew e ku em bikaribin dengê gelê xwe bidin bihîstin. Mûzîk çeka herî bibandor e."
Luvê eşkere kir ku dê di rojên beriya me de xebateke ku mijara wê jinên êzdî yên ku DAEŞê ew dîl girtin bike û da zanîn dixwaze ku bi projeya ku dê bike bibe dengê jinên êzdî yên ku gelek zehmetî kişandin.
Luvê got ku mirovên li HKIyê ez zû bi zû qebûl nekirim û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Min bi klîbên xwe helbet hem hezkirina gel dît hem jî bertekên wan lê heke hûn ji min bipirsin ka kîjan zêde ye bi ya min hezkirin e. Ev dê her dem bibin. Ez ji karê ku dikim bawer dikim û bi xwe jî serbilind im. Dibe ku mirov bertek nîşanî min bidin lê ez guh nadim wan. Ji ber ku ew karê ku ez dikim gelekî girîng e û ez wisa bawer dikim ku bandoreke wê ya navneteweyî heye. Mirov min wekî Rîhanna û Beyonceya kurdan bi nav dikin. Lê ez her du jî nînim. Ez dixwazim ku tenê wek Helly bêm naskirin."
- Helly Luv kî ye?
Hunermend Helly Luva ku navê wê yê rastîn Helen Ebdûllah e, di sala 1988an de li Ûrmiyeya girêdayî wilayeta Ezerbeycana Rojava ya Îranê hat dinê. Bi malbata xwe ya ku bi eslê xwe duhokî ye, ji Îranê reviya û demekê li kampa penaberan a li Tirkiyeyê ma. Pişt re wek penaber xwe sipart Fînlandiyayê. Di 18 saliya xwe de çû DYAyê û bi şirketeke ku bi hunermendên navdar ên wekî Rîhanna û Micheal Jakson re dixebite re dest bi xebatê kir. Luva ku wekî "Beyonceya kurdan" tê binavkirin heta niha bi klîbên xwe yên bi navê "Her tiştî bide ber çav" û "Şoreşê" hat rojevê.