Serokê Saziya Dîroka Tirkan (SDT) Metîn Hulagu daxuyanî da nûçegihana AAyê û diyar kir ku pirsgirêka ermeniyan bi salan e ku li pêşberî Tirkiyeyê ye û ji ber vê jî 24-25ê nîsanê dê li Wanê sempozyûmek bê lidarxistin.
Hulagu destnîşan kir ku akademisyenên beşdarî sempozyûmê bibin, ji koçreviya ermeniyan bigrin heta pirsgirêkên wê demê dê li ser gelek mijaran nîqaşê bikin.
Gelo koçreviya ermeniyan hewce dikir yan na? ev yek jî dê di rojeva akademisyenan de cih bigre.
Hulagu bal kişand ser girîngiya Wanê ya di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de û wiha dewam kir: "Wan bi destê ermeniyan hat şewitandin û piştî tevgerên wan biryara koçreviyê hat derxistin. Ji ber vê yekê jî me xwest ku sempozyûm li Wanê bê kirin."
Hulagu da zanîn ku di sala 2015an de ji ber ku salvegera 100emîn ya bûyeran e di qada navneteweyî de ev mijar dê zêde cih bigire û wiha pê de çû: "Em amade ne ku bi wan dîroknasên ermenî yên ku dibêjin 'komkujî hebû' re biaxivin û li ser bûyeran nîqaşê bikin. Em dixwazin ku ew jî di vê sempozyûmê de cih bigrin lê heta niha ji wan tu daxwaz nehat."