Abdullah Tel
24 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2017
ANTALYA
Di Festîvala Fîlman a Antalyayê ya Navneteweyî ya 54an da galaya fîlma bi navê "Dayê" ya ku ji fîlmên pêşbaziyê yek e hat kirin.
Di çarçoveya festîvala ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê va tê kirin da fîlma bi navê "Dayê" ya ku Ana Urushadze senaryoya wê nivîsî û derhêneriya wê kir, hat nîşandan.
Fîlma Gurcistanê ji hêla gelek kesan va hat temaşekirin.
- Mijara fîlmê
Manana 50 salî ya kevanî ji bo bi malbata xwe ra eleqedar bibe hezkirina xwe ya ji nivîskariyê daye aliyekî. Lê divê êdî biryarekê bide û li ser vê dide pey hesta xwe ya nivîskariyê û gelek pêşva diçe. Derhênera gurcî Urushadze di vê fîlma xwe ya ewil da li ser huner û têkiliyên malbatê disekine, bi awayekî ecêb balê dikişîne ser dudiliyên mirovan.