Li gundê Duzenliya navçeya Borçkayê jineke bihemle ji ber ku rêya gund ji ber berfê girtî bû piştî rêwiyeke 12 seetan birin Komara Xweser a Acara ya Gurcistanê.
Ferîde Balciya (26) ku li gundê Duzenliyê dijî, piştî ku êşa wê dest pê kir agahî da Serwîsa Acîlê ya 112an.
Ji ber ku rê bi berfê girtî bû tîmê nekarî xwe bigihîne gund. Ambulansa berfê ya Midûriyeta Rewşa Acîl a 112an jina hemle Balci ji gund hilda û bir, lê di berfê de asê ma.
Li ser daxwaza Qaymeqamê Borçkayê Şakir Oner Ozturk, Balci birin gundê Camiliyê da ku ji ser Gurcistanê re derbasî Tirkiyeyê bikin.
Ozturk bi Serkonsolosê Batumê yê Tirkiyeyê re ket têkiliyê û li ser pêwendiyan destûr hat dayîn Balci ji ser Gurcistanê re derbasî Tirkiyeyê bibe.
Bi saya gundiyan Balcî anîn qereqola leşkerî ya li ser sînorê Gurcistanê û ambulansa ku ji Tirkiyeyê hat û tîmên UMKEyê Balci birin gundê Chunetiyê.
Balci bi destê bijîşkên Gurcistanê ve hat emeliyetkirin û dergûşeke kurîn çêbû û navê Yusuf lê kirin.
Bijîşk Mehmet Akif Naz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku rewşa dê û zarokê baş e.