Abdullah Söylemez
07 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2022
Fîlma sînemayê ya "The Extractors"ê ku qala revandina du keçên Çek dike li Bazîda navçeya Agiriyê tê kişandin.
Bazîda ku Qesra Îshaq Paşa, bermayiyên tê gotin ji Keştiya Nûh mane, Çela Meteorê û gelek berhemên dîrokî û sirûştî yên din lê hene bala turîstên ji çar aliyên dinyayê dikişîne ser xwe.

Bi saya xebatên Komîsyona Fîlm ya Tirkiyeyê va sala par History Channela qanala têlevizyona Amerîkayê ya bi nav û deng e belgefîlma bermayiyên Keştiya Nûh kişand û îsal jî çêkerên ji Çekyayê hatin û fîlmeke di nav da sehneyên aksiyonê zêde ne dikişînin.
Fîlma sînemayê ya "The Extractors"ê bi çêkeriya Adam Dvorak û derhêneriya Roman Kasparovsky tê kişandin. Di fîlmê da qala çîroka du keçikên bi eslê xwe ji Çekyayê ne û li Pakistanê ji alî terorîstan va hatine revandin, tê kirin.

Fîlm li deverên nêzî Qesra Îshaq Paşa tê kişandin û şêniyên herêmê jî sehneyên tên kişandin ji nêz va dişopînin û hinek sehneyên fîlmê jî wê li Wanê bên kişandin.