Fûara Kitêban a Navteweyî ya 32yemîn a Îstanbûlê ku ji aliyê TUYAPê ve bi hevkariya Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê re tê lidarxistin, li Navenda Kongre û Fûara TUYAPê dest pê ki
Nivîskarê îsal ê mêvanê xwedanxatir Prof. Dr. Taner Tîmûr e, hunermendê îsal ê mêvanê xwedanxatir jî Mustafa Ata ye.
Di fûarê de xwendevanan ji bo ku ji nivîskaran îmze bistînin li ber standan ketin dorê.
Komara Gel a Çîn îsal di fûarê de wekî dewleta mêvan hat diyarkirin û dê di 2-5ê mijdarê de li salona navteweyî cih bigire.
Ji Çînê dê ji 100î zêdetir weşanxane beşdarî fûarê bibin û bi beşdarbûna nivîskaran jî dê çalakî bêne lidarxistin.
-Fûar ji xwendekar, mamoste û yên teqawidbûyî re bêpere ye
Bihayê derbasbûna fûarê 7 lîre ye, lê fûar ji xwendekar, mamoste û yên teqawidbûyî re bêpere ye. Fûara Kitêban a Navteweyî ya 32yemîn a Îstanbûlê di nav hefteyê de ji 10.00an heta 19.00an, dawiya hefteyê jî ji 10.00an heta 20.00an vekiriye. Fûar dê di 10ê mijdarê de di saet 19.00an de bidawî bibe.