ÎSTANBÛL/ÎZMÎR/EDÎRNE
Li Îstanbûlê ji ber barana ku serê sibê destpê kir û zêde bû, hin tax û kolan di bin avê de man. Li xaçerêyan ji ber avabaranê wesaît nikaribûn derbas bibin û hin wesaît jî di rê de man.
Hin rogarên li ser rêyan jî ji ber barana guj teqiyan. Tîmên Agirkujiyê mudaxeleyî qanalên ku di bin avê de mabûn kirin.
Hin welatiyên ku di wesaîtan de mehsûr man, ji aliyê tîmên agirkujiyê ve hatin tehliye kirin.
Li Îstanbûlê hin xanî jî di bin avê de man. Li Îzmîrê jî gelek der di bin avê de man.
Tîmên agirkujiyê mudexeleyî qanalên ku di bin avê de mabûn kirin. Hemwelatiyan diyar kirin ku her tim xaniyên wan di bin avê de dimînin. Ji ber baranê li bûlwara Kamîl Tûnca hezaz qewimî. Esnafan ji bo ku wesaît nekevin kortê, ajotvan hişyar kirin.
Li gorî agahiyên ku ji berpirsiyarên Midûriyeta Herêmê ya 2yemîn a Meteorolojiyê hat girtin, li Îzmîrê di nava 24 saetan de serê metreqareyê 44, 2 kîlogram baranbarî.
Hat diyarkirin ku dê baran heta êvarê bibare û heta nîvro jî têsîra wê dê zêde be.
Li Edîrneyê jî barana ku ji hêla Balkanan ve tê li bajêr bandora xwe zêdetir kir. Hin mal di bin avê de man.