Galaya fîlmê "Hukumet Kadin 2"yê ku senarîst û derhênerê wê Sermiyan Mîdyat e hat kirin.
Gala li Kanyon Cinemaxîmumê ya ku Leventê de hat lidarxistin. Lîstikvanên fîlmê Demet Akbag, Sermiyan Mîdyat, Mahir Îpek, Gûlhan Tekîn, Burcu Gonder û tîma prodûksiyonê û gelek mêvanên din beşdarî galayê bûn.
Ev fîlma berdewama ya pêşîn e û temaşevanan dibe 7 sal berê. Temaşevanan fîlm eciband.
Di galayê de lîstikvanan ligel rojnamevanan gelek wêne kişandin.
Di galayê de karsaz Jefî Kamhî mînyatoreke bi taybetî ji bo fîlma "Hukumet Kadin 2"yê dabû çêkirin berî nîşandanê diyarî Demet Akbagê kir.
Fîlmê "Hukumet Kadin 2" dê 8ê çirîya paşîn bê nîşandan.