MARDÎN
4emîn Mîhrîcana Şanoyên Cîwan û Zarokan ya Navneteweyî ya Mardînê bi piştgiriya Komeleya Lêkolîn û Perwerdeya Hûnerên Dramatîk (DRASED), Wezareta Çand û Tûrîzmê, Walîtiya Mardînê, Balyozxaneya Keyîtiya Hollandayê, Enstîtuya Gothe ya Ankarayê, Midûriya Giştî ya Şanoyên Dewletê, Bale û Operaya Dewletê ya Mersînê, Bankaya Halkê, Fîat Umur Teknîk, qaymeqamtî, şaredarî û midûriya perwerdeyê yên navçe û bajêr, dest pê kir.
Piştî meşa kortejê ya ji Muzeya Bajêr ya Sabanciyê heta Qada Cumhuriyetê ya Mardînê tîma Fransa La Belle Zanka rapêşiya xwe ya bi navê "Chrîstalîta" ya ku bi xebata atolyeyê ya bi cîwanên mêrdînî re amade kiribû, pêşkeş kir.
Seroka lijneya birêvebirina mîhrîcan û DRASEDê Nurhan Oktem daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku dê zarok û cîwanên mêrdînî ji rapêşiyên ku ji hêla komên profestonel yên şanoyê ve tên pêşkeş kirin, kêfxweş bibin.
Oktem da zanîn ku dê di çarçoveya mîhrîcana ku dê heta 8ê kanûna pêşîn bidome de, 46 rapêşî, bi serenav û mijarên cur bi cur 6 xebatên atolyeyê bi tevahî dê 54 çalakî bên lidarxistin. Oktem diyar kir ku piraniya wan li Mardînê dê digel navçeyên Omerlî, Kiziltepe û Mîdyatê dê li gundê Dara jî lîstik bên pêşkeşkirin.
Oktem bal kişand ku di navbera 3 salan de gihan 52 hezar zarokan û wiha axivî: "Ev jimareke girîng e. Gund û navçeyên Mardînê jî di çarçoveya mîhrîcanê de ne. Cihên ku em nikarin biçin, em ji wir zarokan tînin. Heta niha eleqeyeke mezin ji bo mîhrîcana me hebû. Ji bo me girîng e ku em ji bo zarokan lîstikên baş pêşkeş bikin. Digel Şano û Baleya Dewleta Tirk ji Hollanda, Fransa, Almanya û Gurcistanê tîmên wesfdar, bi zarok û cîwanan re tên bal hev. "
Di çarçoveya mîhrîcanê de Şanoya Dewletê ya Ankarayê lîstika "Uç Şehzade", Bale û Operaya Dewletê ya Mersînê "Bremen Mizikacalari", Şanoya Siyê ya Cengîz Samsun listîkên bi navê "Salincak", "Çinar Dede" û "Karagozun Denîz Ruyası", Komên Hunerên Rapêşiyê ya Bogazîçiyê lîstika "Musahîpzade île Tamaşa" Fransa La Belle Zanka "Chrîstalîta", Hollanda "T Magîsch Theaterje Panta Rheî II" Almanya Kabare Pupala "Henry ve Arkadaşlari" Gurcistan "Neşelî Romanlar"ê dê pêşkeş bike. Her wiha dê di mijarên cur bi cur de xebatên atolyeyê bên kirin.