Hilal Uştuk
18 Hezîran 2023•Rojanekirin: 19 Hezîran 2023
Koma muzîka Latîn Gipsy Kings a ku gelek hezkiriyên wê hene, li Stenbolê digel hunerhezan hat cem hev.
Komê bi pêşengiya solîstê navdar Nicolas Reyes li Volkswagen Arenayê konserek da û her wiha hezkiriyên komê eleqeyeke germ nîşanî konserê dan.
Reyes di axaftina xwe ya konserê da destnîşan kir, ew gelekî kêfxweş e ku ew hat Stenbolê û der heqê çîrokên stranên xwe da agahî da.
Komê repertuwareke stranên bi navê "Djobi Djoba", "Bamboleo", "Baila Baila", "La Dona", "No Volvere", "Bem, Bem, Maria", "Volare" û "Un Amor" jî di nav da ji bo beşdaran şîrove kirin.
Koma ku firotina albumên wê ji 60 milyonî bihuriye û bi muzîka xwe ya ji têkeliya pop û flamenkoyê pêk tê, li ser asta dinyayê binavûbang e, dê îşev jî li Enqere Congresiumê konserekê bide.