Muhammed Onur Yavrutürk
17 Hezîran 2023•Rojanekirin: 20 Hezîran 2023
Ekîba "Civaka Defê ya Semayê" ya ku ji muzîkjenên Îranî pêk tê li Muradiyeya navçeya Wanê û li Sûlava Muradiyeyê konsera "Awazên eşqê" da.
Di çarçoveya çalakiya ku bi kordînasyona Qaymeqamtî û Şaredariya Muradiyeyê va hat lidarxistin da muzîkjenên Îranî yên hatin bajêr li Sûlava Muradiyeyê û li hewaneke dawetê ya li navenda navçeyê konser da.
Ekîba ku ji 15 kesan pêk tê bi enstrumanên xwe va konser dan û welatiyan demekî xweş derbas kir.
Ji muzîkjenan Yalda Tîghehsazê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku wek Koma Defê ya Semayê ji Îranê hatin Wanê.
Tighehsazê got ku rojeke gelekî xweş derbas kirin û got ku "Em li Sulava Muradiyeyê geriyan, me li vir û li navçeyê konsereke gelekî xweş li dar xist. Her tişt newaze bû. Em spasiya Melîh Aydoganê Qaymeqam û Wekîlê Şaredarê Muradiyeyê dikin."
Yuksel Zorluyê Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê, Miftiyê Navçeyê Eyup Babat, Midûrê Weqfa Piştevanî û Alîkariya Civakî Nurettîn Yavruturk û welatiyan konser temaşe kirin.