Fatih Gazioğlu
16 Tebax 2017•Rojanekirin: 17 Tebax 2017
ARDAHAN
Gola Çildirê li Erdexanê ye û li herêma Rojhilata Aandoluyê gola herî mezin a duyemîn e. Gola Çildirê bi xweşikî û dîmenên siruştî zivistan û havîn her demsal ji turîstên herêmî û biyanî eleqeyeke mezin dibîne.
Midûrê Turîzm û Çandê yê Erdexanê Efsal Alantar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got Gola Çildirê ji bona gelê Erdexanê û herêmê gelek bi qîmet e. Alantar got ku ew li ser golê gelek fealiyetên cuda dikin û wiha axivî:
"Gola Çildirê li herêmê rojhilata Anadoluyê gola herî mezin a duyemîn e. Her demsal delaliyeke wê ya cuda heye û ji bo turîzmê potansiyeleke mezin e. Li ser Gola Çildirê zivistanê bi kolên hespan spor tê kirin. Turîst û welatiyên me yên herêmê ji binê cemedê masiya digirin. Gola Çildirê ji behrê hezar û 959 mêtro bilind e. Ji ber vê zivistanê temamî dibe cemed. Ji hemû aliyên Tirkiyeyê gelek turîst tên vê derê. Em jî ji vê kêfxweş dibin. Gola Çildirê sembola Erdexanê ye."