24 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2015
QAHIRE
Medîneya bajarê Erebistana Siûdî di sala 2017an de wek paytextê turîzmê ya alema Îslamê hat hilbijartin.
Li Nîameya paytextê Nîjerê konferansa wezîrên turîzmê yên welatên endamê Teşkîlata Hevkariya Îslamê ne îro dawî bû.
Sekreterê Giştî yê Teşkîlata Hevkariya Îslamê Îyad Emîn el-Medenî piştî konferansê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bajarê Medîneyê di sala 2017an de, bajarê Tebrîzê jî di sala 2018an de wekî paytextê turîzma dinyayê ya Îslamê hatin hilbijartin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku welatên endam û saziyên bi vê mijarê re eleqedar in bila di mijara xwarin û vexwarina helal, otel, tesîsên tetîlê û bêhnvedanê, bernameyên werzişê de baldar bin û bila turîzma Îslamê pêş ve bibin.
Ji bo sala 2015an paytextê turîzmê ya alema Îslamê Qudis, ji bo sala 2016an jî Konya hatibû hilbijartin.